Bername

Di sala nû de pirsgirêkên domdar û çareserî

 RAUF KARAKOÇAN

Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriye deverên bipirsgirêk ên herêmê ne û xuya ye di sala nû de jî rewşa wan naguhere. Tirkiye bi avakirina rejîmeke totalîter re li gel guhertina rejîmê, derbasî qonaxeke din bû û bû hêza herî êrişkar a li herêmê. Desthilat ber bi dîktatoriyeke sivîl ve guherî û hikumet bû navenda hilberandina krîza li herêmê û heta gelek deverên cîhanê. Civka xwe bêhtir tepeser kir, kiryarên faşîzane domandin, teror meşand û bi wî awayî ket sala nû.

Civaka Tirkiyê di saetên serê salê de bi pêleke nû ya zeman re rû bi rû ma. Aborî serberjêr e. Israra wî ya di polîtîkaya agresîf a derve de jî li ser ser aboriyê barekî giran e. Bêaramiya civakî û siyasî û krîza aborî di asteke giran de ye. Desthilata faşîst nikare û naxwaze siberoja xwe bibîne  û îsal jî dê bi afirandina pirsgirêkên nû hewl bide hebûna xwe bidomîne.

TIRKIYE LI GEL NAKOKIYÊN NÛ KET SALA NÛ

Heke li Tirkiyê hilbijartineke pêşwext an jî hilbijartineke serdest çênebe, dê krîzên heyî girantir bibin. Pirsgirêka Kurd jî yek ji wan e ku kesên li ser van pirsgirêkan diaxivin zêde guh pê nadin. Li Tirkiyê pirsgirêka herî sereke pirsgirêka Kurd e. Heke ev pirsgirêk çareser nebe, li Tirkiyê desthilat biguhere jî, di pirsgirêkan de dê guherîneke mayînde çênebe. Tirkiye bi pirsgirêkên heyî re wek welatê herî bipirsgirêk ê herêmê û yê herî zêde pirsgirêkan çêdike, ket sala nû.

PDK Li gel dewleta Tirk dê pozîsyona xwe ya siyasî bidomîne û xeta xayîntiya neteweyî bidomîne. Cihgirtina di nava şerê li dijî PKK’ê de, hem ji bo Başûr, hem ji bo Mexmûr û Şengalê, hem jî ji bo Rojava bûye pirsgirêkeke sereke. PDK’ê bi vê mîsyona xwe, xwe kir pirsgirêkeke herêmî. Aşkerabûna gendeliya malbata Barzanî û rêveberiya ku her ku diçe dişibe dîktatoriya Tirk, dê ji bo gelê Kurd bibe sedema kaosê.

BERDEWAMKIRINA ALOZÎYÊ LI IRAQÊ

Iraq bê hêz e ku pirsgirêkên xwe bi xwe çareser bike, bêyî ku tu pêşketinekê li ser pirsgirêkên xwe yên navxweyî pêk bîne û hikumeteke lawaz a bêîrade lê heye. Ji bilî bêaramiya aborî û siyasî, di heman demê de kêmasiya ewlehiyê jî lê heye. Piştî mirina fermandarê îranî Qasim Suleymanî di destpêka sala borî de, Îran li herêmê zêdetir bandora xwe ya siyasî û leşkerî didomîne. Tevî alozî û dijberiya hin hêzên Iraqê jî, hebûna Îranê dê bidome.

Her çend hebûna Amerîkayê li Iraqê bi pirsgirêk be jî, dê li ser bingeha dijberiya Îranê hebûna xwe bidomîne. Bê guman Îsraîl ku wek destê nepen tev digere, dê operasyonên xwe yên li dijî Îranê di ser Iraqê re, bi taybetî li herêma Kurdan, bidomîne. Pirsgirêkên di navbera hikumeta navendî û hikumeta herêmî ya Kurdan de jî dê di sala nû de dewam bikin.

Hilbijartinên Iraqê bi pirsgirêk in û her wiha dûrî guherîna siyasî ye jî. Mistefa Kazimî piştî êrişa li dijî mala wî, serî tewand û îradeya wî şikest. Wisa dixuye ku li gorî berjewendiyên her aliyekî dê tene hevsengiyek çêbe. Bi kurtasî li Iraqê dê bêçareserî bidome ku êdî di her warî de bi derve ve girêdayî ye.

ÎRAN

Îran ji ber toleyên aborî lawaz bûye bêyî ku tu pêşketin di kêşeyên wê yên derve re çareser bibin. Hebûna wê ya leşkerî li Yemen, Lîbya, Sûriye û Iraqê û rewşa şer bû sedem ku di pirsgirêkên herêmî de bibe hêzeke bingehîn. Li van herêman aliyê herî girîng ê şerê germ e. Di bin serokkomariya Îbrahîm Reîsî de Îran dê vê rewşa şer berdewam bike. Dê pozîsyona xwe ya şer bi rêya derxistina aloziyan li qadeke berfireh û heta li Deryaya Xezarê, biparêze.

REWŞA ŞER A LI SÛRIYÊ DI SALA NÛ DE JÎ DÊ DEWAM BIKE

Sûriye birîna herî kûr a herêmê ye, ji şer westiyaye lê hê jî çareserî xuya nabe. Rejîma Esad hewl dide xwe bidomîne, lê meşrûiyeta xwe ya navneteweyî di ser Rûsyayê re nikare vegerîne. Êrişên dewleta Tirk û hebûna komên çete, Sûriye kiriye çirav. Hebûna Îran, Amerîka û Rûsyayê li Sûriyê şer bi dawî nake lê belê sedema rewşa kaotîk e. DAIŞ û bermahiyên din ên çeteyan, bi saya piştgiriya Tirkiyê, sûd ji rewşa defacto ya li Idlibê wergirt da ku qadeke jiyanê ji xwe re ava bikin û  metirsiyeke cidî li ser herêmê û cîhanê ne.

Çareseriya herî maqûl jî ew e ku hikumeta Esad bi Kurdan re li hev bike. Rastiya ku hikumeta Şamê negihîştiye zîhniyeta vê çareseriyê, rê li ber çareseriya pirsgirêka Sûriyê digire. Astana û Cinêv ji pêşkêşkirina çareseriyê dûr in, ji ber ku dan û standin ji rawestandin tenê derbaskirina demê ne.Rewşa şer ya heyî, bê guman dê di sala nû de jî bibe pirsgirêkeke herêmî û navneteweyî.

ÇARESERÎ

Bêçareserî ne çarenûsa vê herêmê ye. PKK yekane hêz e ku çareseriyeke alternatîf pêşkêş dike. Bi destwerdanên hêzên derve re herêm serobin bûye. Civaka demokratîk a bi pêşengiya PKK’ê, paradîgmaya neteweya demokratîk, di çareseriya pirsgirêkên civakî de xwedî roleke girîng e. Tecrubeya Rojava mînaka vê ya herî berbiçav e. Hevgirtina gelan, çanda lihevkirinê û daxwaza pêkvejiyanê, mifteyên aştiya mayînde ne.

Heke fikrên rêber Apo ji aliyê gelan ve wek diyariya sala nû bên dîtin û qebûlkirin, dê aştiya herêmê pir nêzîktir bibe. Xeta sêyemîn a rêya pêkanîna aştiya xwe, dûrî hêzên derve, dê çarenûsa herêmê biguherîne. Her çend zehmet be jî, yekane çareseriya mayînde rêya sêyemîn

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button