NÛÇE

Di êrişa DAIŞ’ê de 3 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku çeteyên DAIŞ’ê îro li çolistana Rûsafê ya li bakurê rojhilatê Reqayê erebeyeke hêzên hikumeta Şamê kir armanc. Di encamê de 3 leşkerên hêzên hikumetê hatin kuştin û 2 jî birîndar bûn.

Balafirên şer ên Rûsyayê ji saetên sibehê ve cihên ku çeteyên DAIŞ`ê li çolistana Rûsafê lê dimînin, bombebaran dike.

Di 3’ê Çileyê de kemîneke çeteyên DAIŞ’ê karwanekî leşkerî yê hêzên hikumeta Şamê û komên alîgirên wê li çolistana Sûriyê li nêzî stasyonên pompekirina petrolê yên T2 û T3 kir armanc. Di encamê de 9 leşkerên hikumeta Şamê, Feyleqa Pêncemîn û komên din hatin kuştin û 15 kesên din jî bi giranî birîndar bûn.

Tevî piştgiriya asmanî ya balafirên şer ên Rûsyayê, hêzên hikumeta Şamê û alîgirên wê heta niha nekariya çeteyên DAIŞ’ê li Badiyê têk bibin.

Related Articles

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button