NÛÇE

​​​​​​​Azara penaberên ji Sûriyê yên li Lubnanê zêde dibe

Sala 2021`ê ji bo Sûriyê saleke dijwar bû, li ser vê yekê Komseriya Kar û Barên Penaberan a NY`yê daxuyand ku li hundirê Sûriyê 6,7 milyon kes koçber bûne, 6,6 milyon li hemû cîhanê belav bûn, 5,6 milyon kes jî li welatên cîran; Lubnan, Urdin, Tirkiye, Misir û Iraqê bi cih bûne.

Li Lubnanê penaberên sûrî li aliyekî zehmetiyê ji ber vîrusa Koronayê dikişînin û li aliyekî din jî bi krîza aborî re rû bi rû man.

PENABER JI SEDÎ 70 JIN Û ZAROK IN

Enstîtuya Îsam Faris a Siyasetên Giştî ya Kar û Barên Navneteweyî ji ajansa me re diyar kir ku sala 2021`an, hejmara malbatên neçar man karên ne li gorî heqdestên xwe bikin an jî karekî xeternak bikin, zêde bû.

Di raporeke enstîtuya navborî de ku bi navê “101 rastî û hejmarên der barê aloziya penaberên sûrî de”, hate eşkerekirin ku gelek sûrî li dewletên wekî Misir, Iraq, Urdin, Lubnan û Tirkiyê bi cih bûne, lê îro zehmetiya debarê dikişînin. Her wiha piştrast kir ku ji wan penaberan ên herî zêde bi xetereyê re rû bi rû ne, ji sedî 70 jin û zarok in.

Li gorî daneyên enstîtuyê ku bi hevkariya komseriya Neteweyên Yekbûyî (NY) belav kirine, malbatên ku jin bi rê ve dibin, zehmetiya debarê û ewlehiyê dikişînin ku ji sedî 35’an malbatên jin bi rê ve dibin. Li aliyekî din jî rêjeya beşdariya ji qada kar re di nav mêran re de bêhtir e, ji sedî 66 e, lê ya jinan ji sedî 11 ye.

ÊŞA HERÎ GIRAN ZAROK DIKIŞÎNIN

Têkildarî paqijiyê, bi lêkolînekê hate piştrastkirin ku ji her deh malbatên penaber 2 malbat nikarin hewcedariyên zarokan ên sereke dabîn bikin, her wiha ji 10 malbatan malbatek nikare pêwîstiyên paqijiyê yên jinan bi dest bixe.

Ên herî zêde zehmetiya vê yekê dikişînin, zarokên penaber in, ji sedî 30 zarokên di navbera 6-17 saliyê de ji mafên perwerdeyê bê par in.

Di heman demê de sala 2021`an rêjeya bikaranîna zarokên sûrî li bazaran, ji 27 hezarî zêdetir e. Her wiha ji 5 jinên temenê di navbera 15 û 19 saliyê de, yek zewicî ye. Ji serê sedî 56’ê zarokên di navbera yek û 14 saliyê de herî kêm rastî cureyekî tundiyê hatine.

Her wiha gelê Lubnanê jî ji bo debarê heman azaran dikişîne.

BELGEKIRINA RÊJEYÊN XIZANIYÊ

Di rapora salane ya enstîtuya navborî de ku tê payîn van rojan were belavkirin, tê xuyakirin ku ji sedî 70 penaberên sûrî yên li Lubnanê bi xizaneyê re rû bi rû ne; ji sedî 95 bi zorê debara xwe dikin û rêjeya bêkariyê ya di nav ciwanan de ji sedî 75 e.

Li gorî komseriya NY`yê ji sedî 89’ê penaberên sûrî hewcedariyên xwe yên tibî bi dest naxin.

Li ser vê yekê qurbaniyê yekemîn ê şer, gelê sûrî ye nexasim ên koçber, lewma li hêviya vegera li warê xwe ne.

Hejmara penaberên sûrî yên li Lubnanê 1,5 milyon e, derdora milyonekî ji wan navên xwe di Komseriya Bilind a Kar û Barên Penaberan de tomar kirine û piraniya wan jî zehmetiya debarê dikişînin.

Ji beriya sal û nîvekê ve Lubnan bi krîza aborî re rû bi rû ye, ji ber ku nirxê lîreyê we dadikeve.

Related Articles

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button