Asoiya Jinbernameyên jin

Kombûna Jinan a Zenûbiya xebata xwe ya 2021`ê eşkere kir

Daxuyanî li pêşiya avahiya Meclisa Sivîl a Herêma Sebe Kîlo, bi beşdariya gelek nûnerên jinan ên meclisên sivîl û leşkerî yên Dêrazorê hate xwendin.

Nivîsgehê bi daxuyaniyekê tevahiya kar û xebatên xwe yên 2021`ê eşkere kirin.

Li gorî daxuyaniyê, ji xebatên ku hatine kirin; lidarxistina şahî û mîhrîcanên bi boneya 25`ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Cîhanê, xwepêşandanên bi armanca şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê û xwepêşandanên piştgiriya berxwedanê.

Li aliyekî din jî rêzepêngavên hişyarkirin û perwerdekirinê yên têkildarî dozên jinan hatin lidarxistin, ji wan “Zewicandina biçûkan, pirjiniyî, bêexlaqî û birîna madeyên hişbir û cilên îslamî.”

Her wiha dewreyên perwerdekirina jinan hatin vekirin da ku di aliyê îdarî û teknîkî de pêşbikeve.

Têkildarî mijarê daxuyaniyê destnîşan kirin ku 93 jin tev li perwerdê bûn.

Di aliyê aborî de nivîsgehê diyar kir ku projeyên aborî hatin vekirin, ji wan firin, aş, mala mûnê, terzîxane û kargeha madeyên paqijkirinê.

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button