BernameBernameyên siyasîBûyer

‘Dawiya dawîn dewleta Tirk dê ji ber bikaranîna çekên kîmyewî bê darizandin’

Dewleta Tirk a dagirker di 23’yê Nîsana 2021’an de li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê dest bi êrişê kir. Dewleta Tirk di êrişên dagirkeriyê de her cure teknolojiya çekên pêşketî bi kar anî lê belê li pêşberî berxwedana gerîla nekarî bi pêş ve biçe û vê carê jî çekên kîmyewî bi kar anîn.

KCK û HPG’ê di daxuyaniyên xwe de bikaranîna çekên kîmyewî ji raya giştî re aşkera kir û ji bo lêkolînkirinê banga avakirina şandeyên serbixwe yên navneteweyî kir.

Der barê mijarê de hîndekarê Zanîngeha Rojava û hiqûqnas Xalid Omer axivî û diyar kir ku divê hemû dewlet û dewleta Tirk li gorî Peymana Qedexekirina Çekên Kîmyewî ya sala 1993’yan tev bigerin. Xalid Omer da xuyakirin ku bi taybetî di şeran de bikaranîna çekên kîmyewî qedexe ye û dewleta Tirk sûc kiriye.

Xalid Omer diyar kir ku cezayê bikaranîna çekên kîmyewî giran e û vê yekê hem li ser mirovan hem jî li ser xwezayê bandorên mayînde çêdike û anî ziman ku sedema bingehîn a qedexekirina çekên kîmyewî, bikaranîna wan wek ‘çekên komkujiya girseyî’ ye.

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button