BernameHuner û Civak

Koma Orkestarayê ya Zarokên Rojava şahiyek li Qamişlo li dar xist

Koma Orkestarayê ya Zarokên Rojava ya girêdayî Desteya Çand û Hunerê ya herêma Cizîrê şahiyek li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya Qamişlo li dar xist. Ew şahî bi armanca pêşkêşkirina behreyên zarokan ji malbatên wan re û teşwîqkirina wan li ser çand û muzîka kurdî ye.

Ev kom bi armanca fêrkirina zarokên Kurd li ser lêdana amûrên muzîkê û naskirina wan li ser awazên muzîka gelê Kurd hat damezrandin. Di komê de nêzî 30 zarokên di navbera 8 heya 16 saliyê de hene û piranî ji Qamişloyê ne.

Girêdayî mijarê hunermend û endama rêveber a komê Mizgîn Tahir ji ajansê re axivî û got: “Me ev şahî li dar xist da ku berheyên muzîkê yên zarokên beşdar bûn ji malbatên wan re pêşkêş bikin, zarokan ji hewaya şer bi dûr bixin û teşwîqî huner û muzîka Kurd bikin.”

Mizgîn Tahir wiha bi dawî kir: “Komê ji 8 mehan ve zarok li ser amûrên muzîka Kurd û klasîk mîna; tembûr, gîtar, piyano, biziq, qanûn, pîk, keman û hwd perwerde û fêr dikin. “

Şahî, bi lêdana her zarokekî/ê li ser amûrekê muzîkê û pêşkêşkirina stranên Kurd ên taybet bi zarokan bi dawî bû.

(fr)

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button